1. Hesen Zîrek (1921-1972) li rojhelatê kurdistanê hatiye dinê. nêzî 1500 stranî wî hene. strana yallah şofêr ya ibrahim tatlises diziye ya wî ye... |
|
25.07.2013 11:25 |
arami
|
2. hesen zîrek yellah şofêr : |
|
25.07.2013 11:27 |
arami
|
3. (bnr: stranên ku ji kurdî hatine dizîn) |
|
25.07.2013 11:32 |
simurg56
|
4. (bnr: bê doktor û dewa û derman) |
|
25.07.2013 12:50 |
seydayê_peyvan
|
5. çavkaniya stranbêjên me yên başûr û rojhelat... û strana ku herî ez jê hez dikim jî hey berde, mehmet akbaş jî evê stranê distirê.. |
|
25.07.2013 18:40 |
mamo
|
6. Hesen zîrek, li kurdistan a rojhilat e gundê hermele ji dayik buye. bê paşnav ê xwe zîrek tê naskirin. sala 1953 li kurdistan a başûr stranen xwe qeyd kirye. Hesen zîrek, sala 1972 de mir, stranen wî gelek xweş e û hunermend dîn strane wî je dizîye. li kurdistanê de hunermende kî navdar e. |
|
20.10.2013 00:46 |
rêzan
|
7. îbrahîm tatlıses, hunermend a tirkîye, stranê ,yallah şoför, jê dizîye. |
|
01.11.2013 22:39 |
rêzan
|
8. |
|
12.12.2013 01:33 |
xurufi
|
9. hunermend û stranbêjê mezin yê kurd.. |
|
12.12.2013 06:12 |
endazer
|
10. çavén wî nedifitirand lé bi gotin û musîka wé ve nézîkî 800 sitran bi xwe çékiriye û gotiye.ew sitrana 'yalla shoför' ya ku ibrahim tatlısesé diz jî gotiye ya wî bi xwe ye.Sitrana ku candan erçetin û çend heb tirkén din jî sitraye ya bi navé 'aman doktor' jî sitrana wî bixwe ye |
|
13.01.2014 02:04 |
doktorodi
|
11. Xwediyê xweştirîn strana newrozê.. : wextekê med tv hebû ma ne? nêzik saet 12 a şevê,ango nêzik wexta girtinê kenalê stranên vî camêrî lê didan,çend stranên din û wek finalmento "ey reqîb"...tv ya vekirî,berfeqiyameta derve,bilîqîna ava çaydankê ê li ser sobe,eza tifal nav nivînan,Çavên xew girtî..Ew roj ji Bîr nabin.îja çîroka me hebekî jî weha girêdayî ye le gel mamo hesen.. |
|
13.01.2014 12:28 |
kubikem
|
12. |
|
11.02.2014 00:01 |
zero
|
13. http://www.siirttenote.com/2014/03/05/diziya-li-ser-stranen-hesen-zirek/ |
|
12.03.2014 00:56 |
rêzan
|
14. bilbilê ku mizgÎnya buharê dide; https://soundcloud.com/pezkuviyecudi/hesen-z-rek-buhar |
|
20.03.2014 15:14 |
endazer
|
15. yek ji serkeftirîn hunermend û stranbêjên kurd e ku bi giyanekî Kurdawa distrê. piştî vê pêla dawî ku bi giraniya wî hesiyame û têgihîştime ku piştî omer xeyam duyem kes e ku li min hevgiyan e. lewre gava distrê mirov dizane ku ji dil distrê, ne ku bi ezberî tiştinan li hev aniye û bîne ziman. |
|
05.01.2016 22:56 ~2016.01.06 02:40 |
ceso
|
16. xwedîyê dengê zelal û hemû sitran ên xweş. Mînak: |
|
05.01.2016 23:16 ~23:33 |
filîtê qutto
|
17. Strana wî ya "Ey Niştiman" jî dizîne, bi navê "Ankara'nın Taşına Bak" kirine malê Tirkan. Ceng Sagnic ji bo vê yekê gotibû "malê mêtingehê helal e bo mêtingeran." |
|
06.01.2016 01:51 |
roza
|
18. Çend sal berê bû. Ez li îran û rojhilatê digeriyam. Min dikir ku ji navçeya seqizê bi minibûsê herim mahabadê. Lawkekî rojhilatî ez birime yazixaneya minibûsan. Li vêr min tam saetekê minibûs pa. |
|
12.05.2019 22:46 ~22:47 |
cinorek
|
19. Heke ji we pirsîn penaseya "deng zingilbûn" ê çiye, hûne yekser û bê şik û bê guman dengê hesen zîrek vekin û bêjin "ahaa!". Û ax xanim gyan bochi minit nawê? |
|
02.09.2020 00:26 |
rizgarm
|
20. stranên wî yalî agoman bi tarza caz û popê hatîye sazkirin, gelek serkeftî bûye |
|
18.08.2021 15:18 ~15:18 |
doesntmatter
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |